Plaid Cymru Kî ne?

KurdistanWales

BANGOR, WÊLZ – Îro em di cîhaneke pir xeternak de dijîn. Dema dewleta faşîst a Tirk êrîş dike li ser gelê Kurd û li ser îradeya siyasî ya hemû hêzên pêşverû yên Anatoliya û Mezopotamyayê, gelên Birîtaniya jî tê dikoşin li hemberî hêzên faşîst ên David Cameron, serokwezîrê Birîtaniyayê ku birazek niya.

Ji ber ku piştgirî bi Îrlendiyan re îşê Filistîniyan e, divê Worker’s Spatula piştgirî navbera gelên Kurd û Wêlzî bilind bike.

A rastî, ji aliyê Wêlzî piştgiriya bi gelê Kurd re normal bû. Hevalên me yên Kurd in ku hê nizanin Wêlzî kî ne. Di Wêlzê de gelek Qomunîst hene, bi taybetî ji Partiya Qomunîst a Birîtaniyayê, CPB. CPB mîna TKEP/L ye, lê selehên wan tune. Di rojnameya CPBê, “Morning Star” (bi Kurdî “Ferec”*), gelek meqaleyên li ser mezinahiya têkoşîna PYD li hemberî çeteyên DEÎŞ hatine nivîsîn.

Li gundên Wêlzî, komeke Maoîst a pir piçûk heye, bi navê Yr Aflonddwch Mawr. Bi Wêlzî wateya vî navî heye, lê em nizanin çi ye, çimkî me nikaribû Ferhengeke Kurdî-Wêlzî bibînin. Bi kurtî û Kurmancî, Yr Aflonddwch Mawr ji Îbrahîm Kaypakkaya hez dikin, loma ew jî ji bo gelê Kurd baş in.

Îsal li hilbijartinên Birîtanî, li gorî hilbijartinên paşerojê, bêhtir Wêlziyan Plaid Cymru hilbijart. Ev girîng e, çimkî Plaid Cymru PKK ya Wêlziyan e, û em hêvîdar in ku li pêşerojê Wêlz ji Birîtaniyayê derkeve. Dema kantonên Wêlzê hatine avakirin, hereketa Kurdî dikare selehan ji wan bikirin ji bo têkoşîna li hemberî dewletên kedxwar.

Karker û gelên bindest ên cîhanê, hevgirin!

*Navê rojnameya “Morning Star” ji bo koma metal a Kurdî bi heman navî hat hilbijartin, û rojnamevanên “Morning Star”, heman wekî rojnamevanên Worker’s Spatula, her guhdariya muzîka Ferec’ê dikin.

Advertisements

2 thoughts on “Plaid Cymru Kî ne?

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s